Destkariyên dîrokî û gelemşeyên îroyîn

Li Ewropayê, destkariyên zimanî ên neteweyî, bi derbên ku li latînî (zimanê dînê xiristiyaniyê) hatiye xistin, daye der. Û kesên derba me behs kirî lê dane jî, bêtir ji maliyên xwe ve arîstokrat in û ji çalakgeriya xwe ve jî nivîskar in. Wekî mînak; J. du Bellay bo fransî, Dante Alighieri bo îtalyanî, J. Gottfried Herder bo elmanî, ji bo ku zimanê wan ji dêrê û ji latînî cuda bibe, derba navbirî lê dane.

Di kur(d)mancî de, pir bi derengî, bi armanca serekekirin û xuyanîkirina desthilata kur(d)manciyê, C. A. Bedirxan, derba pêwîst lê daye. Ev derb, ne wekî ya zimanên Ewropî ye û du şaxî ye; hem amadekirina tîpên latînî ya bo kur(d)mancî ye hem jî amadekirina gramera kur(d)mancî) ye.

Gava em bala xwe didinê, C. A. Bedirxan jî, wekî pêşengên Ewropiyan, ji maliyeke torin tê. Digel vê jî, şûn û giraniya Celadet ya ji zimanzaniya wî hatî, di warê destnîşankirina hêlên diyarker ên kur(d)manciyê de, roja îroyîn li me bûne gelemşe.

Roja îroyîn, piraniyên gelemşeyan, di biwarên avaniyî (structural) û teşeyî de didin der ku ev yek zêde zêde ji ber tercîha wî ya bo devoka Botanê diqewime ku roja îroyîn, gelek kes û zimanzanên kur(d)manciyê, di hin xalên xuyanî û berbelav de, nanakirinekê (itirazekê) didin der û dem pê de, serê benikê gelemşeyê dûr û dirêjtir dibe û çareseriya wan gelemşeyan jî wê ne bi hêsanî be.

Rêbaza destkariya ku C. Bedirxan pêk aniye, ‘rêbaza serwarî’ ye ku modernîst e, wisa ji jor de desthilatekê disepîne û di biwara hêmanên naverokî û pratîkî de, dorhêleke berfireh nagire nava xwe û jê gelemşeyên ku di her carê de gengeşiyan di xwe de geştir dikin, peyde dibin. Wekî kartêkên vê rêbazê û wekî dongiyên jê dayî der, ‘rêbaza serwarî’; ji çarçove û dorhêlekê pêştir, nikare der û dor li xwe firehtir bike û bandora xwe zêdetir bike.

Herçî zimanzanên îroyîn in, (C. A. Bedirxan jî zimanzan bû), pêwendiya xwe ya bi zimên re, zêdetir di ser avaniyî, jêderkî û etîmolojiya wî re datînin û pir kêm bala xwe didin ‘çandîbûna zimên’; gava bala xwe didin jî, ji ‘çandîbûna zimên’ zêdetir diçin ser ‘riwangeya çandîparêziyê.’ Û ev yeka hanê, careke din jî desthilateke wek ya Celadet dixe destê wan zimanzanan.

Loma jî, îro ro, destkariyeke dîtir ji vê rewşê re pêwîst e ku ew jî ne bi rêya zimanzanan çêdibe. Destkariya ku ez behs jê dikim, rêya wê, nivîsîna giştî û berbelav e; yanî wêje bi xwe ye û bi taybetî nivîskariya wêjeyî ya li zimên şiyar e ku ev reng û awa nivîskarî; nakeve ber bayê ‘heftûheştên zimanî’ yên zimanzanan û li ser hîma ‘hevpariyên heyî’ bi zimanzaniyê re li hev dike, qaydeyên zimanî yên danandî, di nivîs û vegotinên xwe de pêk tîne û bêyî ku xwe di navendekê de teng bike û li bendê bimîne ku perîferî wê navendê xwedî bike, ji ‘çandîbûna zimên’ dixwe û pê xwedî dibe.

Di dîroka wêje û nivîskariya kur(d)manciyê de, mînaka vê rêyê û vî cureyê nivîskariyê, wekî kesê sereke û pêşeng, Osman Sebrî ye û ji hêlekê ve jî zimanê Cegerxwîn nîşaneyên vê yekê didin der. Nivîs û vegotinên Osman Sebrî, li ser perspektîfa ‘çandîbûna zimên’ ava dibin û wekî rêbaz jî, li ser kirin û pêkanîna ‘rêbaza rîzomatîk’* in.

Zimanê nivîsînê yê Osman Sebrî, ne tenê derdê nivîskar an jî kirinên bokeyên vegotinê didin der; di heman demê de, li ser lêşiyarî û perspektîveke ‘çandîbûna zimên’ ava dibin. Di nivîs û vegotinên O. Sebrî de, em rastî raman, feraset û dinyabîniyeke taybet ya zimanî tên ku tenê bi hayjêhebûnê namîne û bi lêşiyariya xwe, çandê jî di zimên de diteyisîne û li kar dixe.

O. Sebrî di nivîs û vegotinên xwe de, karê ‘çandîkirina zimên’ jî pêk tîne ku ev yek tiştekî pir girîng derdixe rastê. Tiştê ketî behsê enerjiya zimên e ku ziman wê di kurm û xwezaya xwe de dihewîne û ji bo ‘lêkarkirin û pêkarkirinê’ her tim amade û liberdest dihêle. Û ji mirovan re dimîne, ‘çandîkirina’ wê enerjiyê. Osman Sebrî, di nivîs û vegotina xwe de, herî zêde vê enerjiyê dide der û bexşî me dike.

Berî ku nivîsarê bibim serî, dixwazim wekî pirsekê bêjim; “Gelo bo cara pêşî, ji alî Osman Sebrî ve destkarî li kur(d)manciyê bihata kirin, wê çi li me û li vegotin û wêjeya kur(d)manciyê zêde bibûya?”

Bersiva sereke ev e li ba min; “Wê kur(d)mancî bibûya zaravayeke piranîparêz û der-navend; tu herêm wê herêmeke dîtir wekî perîferiya xwe qebûl nekira û gelemşeyên avaniyî û naverokî yên îroyîn wê sanahîtir çareser bibûna.”

Û dema taybet ya di kur(d)manciya Berferatê de heyî, ‘dema niha ya domdar’; wê di nivîs û vegotina me de çalaktir bûya û me yê tenê negota “Ez xwarinê dixwim”; û me yê karibûya bi awayekî berbelav binivîsiya “Ez xwarinê dixwime” û dem di hundirê xwe de berfirehtir û vezeloktir bikira û keyseke dîtir ya vegotinê ji xwe re peyde bikira.

*Rîzomatîk: ‘rhizomatique’, ya ku Deleuze-Guattari ew pênase kiriye, bi kurtî ev e; geşedan û pêşveçûna pevgirêdayî ya li ser pirrehiyê û pirşaxî ye.

Be the first to comment

Leave a Reply

Your email address will not be published.


*